Du ji pênc hilbijêrên DYA'yî dibêjin 'wê deng werin dizîn'

Li gorî anketên beriya hilbijartina serokatiyê ya 8'ê Mijdarê, Hîllary Clînton wê bi ser bikeve. Lê beşeke mezin a hilbijêran bi fikar in, ku di hilbijartinê de fen bê kirin.

Ji bo hilbijartina serokatiya DYA, ku wê di navbera Wezîra Karên Derve ya berê Hîllary Clînton û endamê Partiya Komarparêzan Donald Trûmp de derbas bibe, tenê çend roj man. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re îdîayên li ser hîleyên di hilbijartinê de werin kirin, hîn bêhtir tên bilêvkirin. Trûmp îdîa kiribû ku hevrika wî ya Partiya Demokrat Hîllary Clînton wê hilbijartinê 'manîpule' bike, yan jî dengan bidize.

Li gorî anketekê, bi taybetî hilbijêrên Komarparêzan bi vê îdîaya Trûmp bawer dikin. Anket ji aliyê malpera înternetê ya bi navê Polîtîco ve hat kirin. Li borî vê yekê, rêjeya kesên dibêjin 'wê di hilbijartinê de deng werin dizîn' ji sedî 41 e.

Di nava hilbijêrên Partiya Komarparêz de rêjeya kesên bawer dikin ku deng wê werin dizîn, ji sedî 73 ye. Di nava hilbijêrên Demokratan de ev rêje ji sedî 17 ye.