Li Elmanyayê, şaredarî wê ji ber kêmaniya kreşan tazmînatê bidin
Dadgeha Federal a Elmanyayê (BGH) biryar da, ku eger li şaredariyekê bi têrkerî kreş nebe, dikare daxwaza tazmînatê jê bê kirin.

3 jinên li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê dijîn, ji ber ku kreş nedîtin, di nava 36 mehên destûra dayikbûnê nekarîn li karê xwe vegerin. Her sê jinan ji ber vê yekê doz vekirin. BGH jî ev doz nirxand û hikum da, ku ji ber van kesan karê xwe winda kirine, divê 15 hezar 100 euro tazmînat ji wan re bê dayîn. BGH biryar da, ku tazmînatên beriya niha ji aliyê Dadgeha Bilind a Eyaleta Dresdenê ve hatibû betalkirin, ji aliyê Şaredariya Leîbzîgê ve werin dayîn.
Bi biryarê re tê bibîrxistin, ku divê li nava sînorên şaredarî û komunên li Elmanyayê, neçar e ji bo zarokan di rêjeyeke têrker de kreş werin avakirin. Di heman demê de pêşî li wê hat vekirin, ku eger ji ber nebûna kreşê dayik karê xwe winda bike, dixwaze daxwaza tazmînatê bike.