Li Ewropayê her sal 91 hezar kes ji ber enfeksiyonên li nexweşxaneyan dimirin

Li welatên Ewropayê, her sal bi mîlyonan kes li nexweşxane yan jî klînîkan bi vîrûs û enfeksiyonê dikevin. Tê gotin, salê 91 hezar kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî lêkolînek li kovara tipê ya bi navê Plos Medîcîne hat weşandin, li gelek welatên Ewropayê, nexweşên ji bo tedawîkirinê tên nexweşxane û klînîkan, bi vîrûs û enfeksiyonê dikevin. Li gorî vê lêkolînê, her sal 2,6 mîlyon kes li saziyên tenduristiyê bi mîkrobên nexweşiyê dikevin. Salane 91 hezar kes ji ber nexweşiyên li nexweşxaneyan pê ketine, jiyana xwe ji dest didin.

Di lêkolînê de daneyên salên 2011 û 2012'an ên li 28 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê, ku 510 mîlyon kes lê dijîn û yên li Norwêc û Îzlandayê hatin nirxandin. Hat ragihandin, di encama lêkolînê de li nexweşxane û klînîkan 32 nexweşiyên enfeksiyonê li mirovan der bûne.

Li gorî daneyên lêkolînê, li mezintirîn welatê Ewropayê Elmanyayê ku nifûsa xwe 82,5 mîlyon e, 19,2 mîlyon kesî tedawî dîtine û bi qasî 500 hezar kes li navendên tenduristiyê bi nexweşiyan ketine. Hejmara kesên ji ber van nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane 15 hezar e.

Di encama lêkolînê de hat destnîşankirin, ku du ji sê parên 91 hezar kesên ji ber nexweşiyên li nexweşane û klînîkan jiyana xwe ji dest dane, bi enfeksiyona pişikê û nexweşiya sepsîsê ketine.