Artêşa Iraqê bajarokê Hamdaniyê jî kontrol kir
Artêşa Iraqê, bajarokê Hamdaniyeyê yê li başûrêrojhilatê Mûsilê, ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, kontrol kir.
Artêşa Iraqê, bajarokê Hamdaniyeyê yê li başûrêrojhilatê Mûsilê, ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, kontrol kir.
Di roja duyemîn a operasyona rizgarkirina Mûsilê de serketinên girîng bi dest ketin. Di operasyona ku li gel beşdariya artêşa Iraq û pêşmergeyan jî hêzên koalîsyona jî piştgirî dike de, di 24 demjimêran de 20 gund hatin rizgarkirin. Di roja 2’emîn a operasyonê de hêzên leşkerî di serî de Nemrûd û Hamam Alîl ji 2 baskan ve dest bi hemleyê kirin.
Di encama operasyona ku hate lidarxistin de 7 gund ji çeteyan hetin rizgarkirin, yekîneyên artêşa Iraqê jî di nava rojê de beşekî mezin ê bajarokê Hamdaniyê xiste bin kontrola xwede. Di encama şer de di saetên şevê de bi giştî bajarok ji çeteyan hete paqijkirin.
Hêzên Pêşmergeyan jî di eniya Xazir de jî 9 gund ji çeteyna rizgar kir û kontrol kirin. Di operasyonê de 10 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, 14 jî birîndar bûn.