Li 2 bajarên Elmanyayê şer û bûyera dîlgirtinê
Hat ragihandin, li du bajarên eyaleta Nordrheîn Westfalya ya Elmanyayê, bûyerên şer û dîlgirtinê qewimîn û di encamê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî dîl hate girtin.
Hat ragihandin, li du bajarên eyaleta Nordrheîn Westfalya ya Elmanyayê, bûyerên şer û dîlgirtinê qewimîn û di encamê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî dîl hate girtin.
Hate diyarkirin ku îro piştî saetên nîvro li bajarê Hagenê di operasyona yekîneyên polîsan a li dijî 2 kesên bi çek de kesek hate kuştin û kesê din jî hate birîndarkirin. Lê nayê zanîn ka ev kes ji aliyê polîsan ve yan jî ji aliyê kesê ku revî ve hatiye birîndarkirin yan ne.
Hate ragihandin, li bajarê Durenê jî kesekî bi çek di salona ciwankariyê de kesek dîl girt. Polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin, lê kesê bi çek kete nava malekê.
Nayê zanîn ka ev kesê bi çek ji ber çi ev bûyer pêk aniye.