Li Çiyayên Andê projeya mezin a tunelê

Li Çiyayên Andê, ku mîna bendekî welatên Arjantîn û Şîlî ji hev cihê dike, projeyeke tunelê dest pê dike, ku yek ji mezintirîn projeyên binesaziyê yên Başûrê Amerîka ye.

Çiyayên Andê yên li parzemîna Başûrê Amerîkayê ne, li hin cihan bi qasî 7 hezar metreyî bilind e. Ji ber Çiyayên Andê mirovên dixwazin ji Arjantînê derbasî Şîlî bibin, neçar in ji bilindahiya 4 hezar 800 metreyî derbas bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Arjantînê, wê bi tuneleke ji 14 kîlometreyî, ev her du welat bigihêjin hev. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li ser çêkirina vê tunelê li hev hatiye kirin. Li gorî wezaretê, ev tunela bi 1,5 mîlyar dolarî were çêkirin, wê li qadeke bi 4 hezar metreyî ji deryayê bilind e, bê çêkirin. Wezaretê diyar kir, asta îhaleyê ya tunelê dest pê dike û ew dixwazin di nava 10 salan de biqedînin.

Ev projeya bi navê 'Aqua Negra (Ava Reş)' tê çêkirin, yek ji mezintirîn projeyên binesaziyê yên Başûrê Amerîkayê ye. Tê gotin, tunela navbera her du welatan wê pirsgirêka çûn û hatinê ya navbera her du welatan, sivik bike. Di navbera welatên Arjantîn û Şîlî de sînorekî ji 5 hezar 151 kîlometreyî heye.