Ewropa, ji bo astengkirina penaberan berê xwe dide Afrîkayê

Di civîna bilind a Konseya Ewropayê de, ku lîderên Yekîtiya Ewropayê lê amade bûn, rojeva bingehîn pirsgirêka penaberan bû. Di vê civînê de pêşniyara li ser morkirina peymana mîna ya Tirkiyeyê bi welatên Afrîkayê re, derket pêş.

Civîna bilind  Konseya Ewropayê, ku li paytexta Belçîka Brukselê duh dest pê kir, îro dewam dike. Di beşa duh a civînê de hat îdîakirin, ku ji bo pêşî li hatina penaberan were girtin 'divê hîn bêhtir hewldan were nîşandan'. Xebata li ser vê mijarê ji aliyê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî ve hat pêşkêşkirin. Li gorî vê yekê,tê xwestin peymana têkildarî penaberan a weke ya bi Tirkiyeyê re hat morkirin, bi welatên Afrîkayê re jî bê amadekirin.

Hat ragihandin, ku di çarçoveya vî karê Mogherînî de wê tedbîrên ji bo pêşîgirtina li hatina penaberan, di civîna bilind a meha Kanûnê de bi berfirehî werin nirxandin.

Mogherînî da xuyakirin, ku ji bo pêşî li hatina koçberên ji Afrîkayê were girtin, pêwîstî bi 'hewldaneke berfireh' heye û xwest, kesên nebûne xwedî statuya penaberiyê, divê werin şandin. Mogherînî destnîşan kir, ku ji bo vê armancê divê 'peymanên' bi welatên Afrîkayê re werin zêdekirin.

Mogherînî diyar kir, 'peymanên' bi welatên Afrîkayê re werin îmzekirin, divê ji bo hemû aliyan li gorî pîvana 'qezenç bike-qezenç bike' bê amadekirin û xwest, li van welatan derfetên kar werin zêdekirin.

Li gorî agahiyan, Yekîtiya Ewropa plan dike ku peymaneke din a li ser penaberan a mîna bi Tirkiyeyê re hat îmzekirin, beriya bihara 2017'an amade bike.