Li Belçîkayê operasyon: 4 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin
Di serdergirtinên li 15 cihên cuda de yên li bajarê Gand, Deînze û Anvers ên Belçîkayê, 4 kesên ku girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Di serdergirtinên li 15 cihên cuda de yên li bajarê Gand, Deînze û Anvers ên Belçîkayê, 4 kesên ku girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Di daxuyaniya ji aliyê Dozgeriya Federal ve hate kirin, piştî serdegirtin û lêgerînên li herêma Dogû Flandre îfadeyên 15 kesan hatin girtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di lêgerînên hatin kirin de ti çek û madeyên teqemeniyê nehatin dîtin, 4 kesên ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wan hatin girtin sewqî dadgehê hatin kirin û girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku kesên ku li Grad,Deînze û Anversê hatin girtin ji bo beşdarî çeteyên DAIŞ’ê bibin, bi endamên rêxistinê hatin sûcdarkirin, di nava agahiyan de jî bi fînansekirina çeteyan jî tên sûcdarkirin.
Dozger da zanîn ku heta niha têkiliya van kesan bi êrîşa li stasyona metro ya Maelbeek û Balafirxaneya Zaventem a 22’yê Adarê hatibû lidarxistin ve nehatiye zelalkirin.