CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên FARC'ê bi biryarên xewn û xeyalên xwe ji civakê re vebêjin
Kovara Time, bi gerîlayên FARC'ê re hevdîtin kir, ku ji bo şerê 52 salan biqedîne û aştiyê pêk bînin, rîskek mezin dan pêş çavên xwe. -
Rûsya û Sûriyeyê ji bo 8 saetan navberê didin bomberdûmana li Helebê
Rûsya û Sûriyeyê li ser şerê li Helebê daxuyanî dan û diyar kirin, wan biryar dane roja Pêncşemê ji bo 8 saetan bomberdûmanê bisekinînin. -
Şerê li Afganîstanê dijwar dibe
Li Afganîstanê hate diyarkirin ku di şerê navbera artêş, yekîneyên polîsan û çeteyên Talîbanan yên ku li gelek herêman dewam dikin de jimara miriyan ji sedî derbas kiriye. -
Li Elmanyayê di kargeha kîmyayê de teqîn: 1 mirî, 6 winda
Li Elmanyayê piştî teqîna îro û şewata ku li kargeha kîmyayê ya bi navê BASF ket û şûn de, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes hê jî winda ne. -
Mûqteda El Sadr bang kir ku sibehê Tirkiyeyê protesto bikin
Mûqteda El Sadr ê Serokê Tevgera Sadr, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Başîkayê, daxwaz ji alîgirên xwe kir ku sibehê li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê xwepêşandanê li dar bixin. -
Ebadî: Eger dewleta Tirk bikeve Mûsilê em ê li dijî wan şer bikin
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin ku bi ti awayî ew rê nadin ku dewleta TIrk beşdarî operasyona Mûsilê bibin,bang li hêzên navneteweyî jî kir ku li beramber vê yekê helwest danin. -
Peymana li ser pêşîgirtina li gaza HFC
Bi peymana li konferansa avhewayê hat îmzekirin re, ku 197 welat lê amade bûn, tê xwestin bikaranîna gaza bi navê hîdroflorokarbon (HFC) ku bi hezaran qatî ji karbondîoksîtê bêhtir bi zerar e, di nava 30 salan de bê qedandin. -
Li Arjantînê, cara yekemîn dadgeha sivîl ceza li dêrê birî
Li Arjantînê, serpîskoposekî Dêra Katolîk ji ber sûcdariya îstîsmara zayendî bi dayîna tazmînatê hat cezakirin. Cara yekemîn e li vî welatî dadgeheke sivîl ceza li dêrê dibire. -
Keştiya balafiran û krûvazora atomê ya Rûs li ser rêya Sûriyeyê ne
Yekane keştiya balafiran Amîral Kûznetsov û krûvazoreke atomê ya Rûsyayê, ku dixwaze li Sûriyeyê di operasyonên hewayî de bi kar bîne, ketin ser rê. -
Li Korsîkayê alîgirên serxwebûnê û polîsê Fransayê bi hev ketin
Li Korsîkayê, alîgirên serxwebûnê xwepêşandanek lidar xistin, lê belê ji ber destwerdana polîsên Fransayê şer derket. -
YE li her avahiyeke nû bê çêkirin, stasyona şarjê ya elektrîkê ferz dike
Li gorî Paketa Berhemdariya Enerjiyê, ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ve tê amadekirin, li her avahiyeke nû were çêkirin, tê xwestin ku unîteyên şarjkirina wesayîtên bi elektrîkê dixebite, bên avakirin. -
Li Hindîstanê li ayinê izdîham: Bi kêmanî 19 kes mirin
Li Bakurê Hindîstanê ji ber sedema hêlemêl di dema dêlindêziyeke dînî de bi kêmanî 19 kes mirin. -
Li dijî Merasîma Aşûreyê êrîşa bombeyî: Herî kêm 31 kes mirin, 65 birîndar in
Li paytexta Iraqê Bexdayê li dijî merasîma Aşûreyê êrîşek xwekuj hate lidarxistin. Li gor agahiyên destpêkê, 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 jî birîndar bûn. -
Hollanda: Gazên zerardar ên wesayîtan hê zêdetir e
Li gor lêkolînekê ku li Hollandayê li ser 30 modelên wesayîtên bi motorê dîzelê hate kirin, gazên zerardar ên ku zêdetirî nîvê wan dide der, ji yên tên zanîn hê bêhtir in. -
Şîrketên enerjiyê wê pereyan bidin û ji berpirsiyartiya atomê birevin
Elmanya plan dike ku sala 2022’yan bi temamî dest ji bikaranîna enerjiya atomê berde. Lê di rojevê de ye ku zerarên wê yên bi hezaran salan wê bidome, ji bêrîka gel derkeve. -
Li Sirteyê operasyona DAÎŞ’ê: 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Libyayê di şerê bajarê Sirteyê de ku çeteyên DAÎŞ’ê hê lê hene, herî kêm 14 leşker û mîlîtanên alîgirên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan, tê texmînkirin ku gelek çete hatine kuştin. -
Obstfeld: Li şûna kêmkirina bacan, divê mûçe bên zêdekirin
Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaûble ji ber Butçeya Federal a li Elmanyayê zêdehî dabû, dabû xuyakirin ku wê baceyan kêm bikin. Lê, hin ekonomîst dibêjin zêdekirina dahatû û mûçeyên karkeran wê hê bi mantiqtir be. -
Ji bo Sûriyeyê hevdîtinên Lozanê dest pê dike
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û hemkarê wî yê Rûs Sergey Lavrov vê carê jî têkîldarî krîza li Sûriyeyê li Lozanê dicivin. Di hevdîtinê de wê Îran û Tirkiye jî hebin. -
Berlînê têkîldarî ‘şîroveyên nîjadperest’ dengê xwe li tevnên civakî kir!
Rayedarekî payebilind ê partiya Serokwezîra Elman Angela Merkel, di serî de Facebook, tevnên civakî di mijara şîroveyên nîjadperest de hişyar kir. -
Li Amerîkaya Navîn cinayet di asta rekorê de ne
Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku li welatên Amerîkaya Navîn Hondûras, Salvador û Gûatemalayê cinayet di asta rekorê de ne. -
Li Misrê êrîşa çeteyan: 12 leşker, 15 çete mirin
Hate ragihandin ku li Nîv-girava Sîna ya Misrê li dijî nuqteya leşkerî êrîşeke hatiye lidarxistin, herî kêm 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. -
Senatoya Fransayê Qanûna Înkara Qirkirinê qebûl kir
Li Fransayê di serî de Qirkirina Ermeniyan, pêşnûmeya ku cezakirina yên ku sûcên mirovahiyê înkar dikin dixwaze, li Senatoyê hate qebûlkirin. -
Li Elmanyayê 15 hezar xebatkarên marketê wê bêkar bimînin
Rêze marketên bi navê Kaîser's Tengelmann ku li gelemperiya Elmanyayê zêdeyî 400 marketên xwe hene, zerar kir. Hat ragihandin, ji ber vê zerarê kêm ma ye 15 hezar xebatkar bêkar bimînin. -
Li dijî Boko Haram 'pêngava fînalê' tê amadekirin
Li dijî çeteyên Boko Haram, ku gefê li welatên li dora Çola Çadê bi taybetî li Nîjeryayê dixwin, 'pêngava fînalê' tê amadekirin. -
Agirbesta li Sûriyeyê ji hevdîtinên li Lozan û Londonê re ma
Ji ber dorpêçiya li ser Helebê, danûstandinên dîplomatîk ên navbera Rûsya û welatên Rojavayî zêde bûn. Rûsyayê diyar kir, ew ji planên ji bo vekişîna çeteyan ji bajêr, vekirî ye.