NÛ BÛ

Rûsya û Sûriyeyê ji bo 8 saetan navberê didin bomberdûmana li Helebê

Rûsya û Sûriyeyê li ser şerê li Helebê daxuyanî dan û diyar kirin, wan biryar dane roja Pêncşemê ji bo 8 saetan bomberdûmanê bisekinînin.

Li gorî nûçeya ajansa Interfaxê, ku agahiyên xwe dispêre artêşa Rûsyayê, roja Pêncşemê saet di navbera 08:00-16:00 de, wê ji bejahî û hewayî ve bombe li Helebê neyên barandin. Hat ragihandin, ev biryara 'însanî' ji bo taxên li rojhilatê bajêr derbas dibe, ku hatine dorpêçkirin.

Li vî bajarê ku bi hefteyan de dor lê hatiye girtin, bi hezaran endamên El Nûsra û komên din ên çete hene. Tê gotin, roj bi roj cih li van koman teng dibe. Lê belê welatên Rojavayî tenê dixwazin çeteyên El Nûsra ku navê Fatah el Şam li xwe kirine, ji bajêr derkevin.

Neteweyên Yekbûyî û welatên Rojavayî îdîa dikirin, ku piraniya kesên li vî bajarî di bomberdûmanê de mirin e, sivîl in.