Obstfeld: Li şûna kêmkirina bacan, divê mûçe bên zêdekirin

Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaûble ji ber Butçeya Federal a li Elmanyayê zêdehî dabû, dabû xuyakirin ku wê baceyan kêm bikin. Lê, hin ekonomîst dibêjin zêdekirina dahatû û mûçeyên karkeran wê hê bi mantiqtir be.

Ji ekonomîstên Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) Maûrîce Obstfeld ku rêjeya kêm a zêdekirina mûçeyan rexne kir, got ku kêmkirina baceyan ne rast e. Obstfeld ji kovara Der Spîegelê re axivî, anî ziman ku li şûna ku ji bo zêdehiya butçeyê bi kêmkirina baceyan ve ber bi jêr bê kişandin, pêwîst e hê zêdetir li ser razandinên gelemperî bê rawestandin.

Obstfeld bi bîr xist ku Wezîrê Maliyeyê, li dij e ku ji bo xebatên binesazî û rê butçeyek hê zêdetir bê veqetandin, destnîşan kir ku bi razandina pereyan wê aboriya welêt hê ‘berhemdartir’ be. Obstfeld, bi lêv kir ku bi saya razandina pereyan ve wê  mûçe û biha bilind bibin, diyar kir ku bi vê rêkê ve jî wek Bankaya Navendî ya Ewropayê dixwaze jî wê rêjeya enflasyonê bigihêje ji sedî 2’yan.

‘DIVÊ SENDÎKA DEST JI HELWESTÊN XWE YÊN FEDIYOK BERDIN’

Ekonomîstê ÎMF’ê bal kişand ku li Elmanyayê hê jî aborî ‘di astek baş de ye’ û ragihand ku sekna fediyok a sendîkayan ku têkîldarî mûçeyan nîşan didin, ne rast e. Maûrîce Obstfeld der bir ku li gor konjonktura aborî ya heyî mûçe gelekî kêm in, destnîşan kir ku pêwîst e sendîka, rêxistinên karmendan û nûnerên gelemperî li ser mûçeyên hê zêdetir li hev bikin.

Obstfeld got zêdebûna mûçeyên karkeran a li gor rêjeyên berhemdariyê ne ‘problem’ e, destnîşan kir ku bi vê boneyê ve wê biha jî zêde bibin.