Li Elmanyayê di kargeha kîmyayê de teqîn: 1 mirî, 6 winda
Li Elmanyayê piştî teqîna îro û şewata ku li kargeha kîmyayê ya bi navê BASF ket û şûn de, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes hê jî winda ne.
Li Elmanyayê piştî teqîna îro û şewata ku li kargeha kîmyayê ya bi navê BASF ket û şûn de, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes hê jî winda ne.
Hat diyarkirin ku di teqîna li yek ji tesîsên li ber peravê çemê Ren ê li bajarê Lûdwîgshafenê de, kesekî jiyana xwe ji dest da, 6 kesên ku giran birîndar bûn jî rakirin nexwexaneyê. Şewta ku piştî teqînê jî derket bû sedema gelek kes bi sivik birîndar bibin, lê 6 kesên ku di nav de endamên agirkujiyê jî hene winda bûne.
Piştî teqînê di daxuyaniya ku hate dayîn de hate xwestin ku kesên di avahiyên li derdorî tesîsan de derkevin derve.
Hat diyerkirin ku teqîn dema ku karek li ser boriyên tesîsê dihate kirin pêk hatiye.
Kargeha BASF a ku berhemên tesîsên kîmyemî dihilberîne, di endustirya kîmyawî ya cîhanê de yek ji kargeha herî mezin e.