Berlînê têkîldarî ‘şîroveyên nîjadperest’ dengê xwe li tevnên civakî kir!
Rayedarekî payebilind ê partiya Serokwezîra Elman Angela Merkel, di serî de Facebook, tevnên civakî di mijara şîroveyên nîjadperest de hişyar kir.
Rayedarekî payebilind ê partiya Serokwezîra Elman Angela Merkel, di serî de Facebook, tevnên civakî di mijara şîroveyên nîjadperest de hişyar kir.
Serokê Koma CDÛ/CSÛ ya Parlamentoyê Volker Kaûder ji bo hejmara Şemiyê ya kovara Spîegelê axivî û got; “Êdî dema civînên li ser maseyên gilover bihurî, sînorekî sebr jî heye.”
Kaûder, diyar kir ku eger Facebook, Twîtter û tevnên din ên civakî têkîldarî parvekirinên nîjadperestî garantiyek têkoşînê nedin, wê di nav hefteyekê de ji bo her parvekirinek nehatiye jêbirin 50 hezar Eûro ceza bixwaze.
Ji Sosyal Demokratan Wezîrê Edaletê Heîko Maas ê ku salekê bi awayekî bi rêkûpêk têkîldarî mijarê bi rêveberên tevnên civakî re daxive, roja 5’ê Cotmehê hişyarî dabû. Maas, diyar kiribû tevnên civakî yên serî ji bo daxwazên Elman netewînin wê bêne cezakirin.
Maas ê ji rojnameya Handelsblatt re axivî, wiha got; “Ev şûrê Demokles li ser stûyê tevnên civakî ye.” Maas anî ziman ku hê jî ji bo tevnên civakî dem dirêj kirine.
Li gel Facebookê, serekeyên înternetê garantî dabû ku şîroveyên nîjadperest ên bi taybet piştî sala 2015’an ku 890 hezar penaberî berê xwe dabûn Elmanyayê, zêde bibûn, di nav 24 saetan de lêkolîn bike û jê bibe. Lê, rayedar dibêjin ku ev hewldanên ku Kanûna 2015’an dest pê kirin, ne têrker in. Facebook jî dibêje çi ji destan tê dike, lê zehmetiyên bidawîkirina vê wezîfeyê jî hene. Facebook, bi taybet radigihîne ku cudakirina parvekirinên li gor cezayê û yên din zor e.