Agirbesta li Sûriyeyê ji hevdîtinên li Lozan û Londonê re ma

Ji ber dorpêçiya li ser Helebê, danûstandinên dîplomatîk ên navbera Rûsya û welatên Rojavayî zêde bûn. Rûsyayê diyar kir, ew ji planên ji bo vekişîna çeteyan ji bajêr, vekirî ye.

Hêviya ji bo sekinandina şerê li Sûriyeyê, ji hevdîtinên li Lozan û Londonê re ma ye.

Yekîneyên rejîmê dor li bajarê Helebê girtine, ku Rûsya piştgiriya wan dike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) di vî warî de zextê li Rûsyayê dikin, lê xuya ye Moskowa tawîzê nade.

Têkildarî mijarê wê sibe li bajarê Lozan ê Swîsreyê, roja Yekşemê jî li paytexta Îngilîstan Londonê hevdîtin werin kirin û bendewariyên ji van hevdîtinan zêde ne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zakharova der barê hevdîtinên sibe de daxuyaniyek da û got, pêkane agirbesteke nû bê ragihandin. Zakharova da xuyakirin, ku ew destekê didin formula Neteweyên Yekbûyî ya ji bo derketina çeteyan ji Helebê.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Borîs jî diyar kiribû, mîna hevdîtinên li Lozanê wê bi beşdariya Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê roja Yekşemê li Londonê jî hevdîtin werin kirin. Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê jî wê tevlî hevdîtinên li Londonê bibin.