Li Amerîkaya Navîn cinayet di asta rekorê de ne

Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku li welatên Amerîkaya Navîn Hondûras, Salvador û Gûatemalayê cinayet di asta rekorê de ne.

Rêxistina Efûya Navneteweyî destnîşan kir ku 3 welatên navborî xwediyê “paytextên sûcê” yên cîhanê ne. Rêxistina Efûyê, di civîneke çapemeniyê de ku li bajarê Tegûcîgalpa li dar xist, raporên têkîldarî cinayetên li 3 welatan eşkere kir.

Rêxistinê ji ber hikûmetên her sê welatan nikarin welatiyên xwe biparêzin ew rexne kirin.

Rêxistina Efûyê ragihand ku sala 2012’an di nav welatên ku neketine şer de Hondûras ji hêla cinayetan welatê sereke ye. Li vî welatî di heman salê de bi giştî 7 hezar û 172 cînayet pêk hatin. Ev hejmar, 10 qatî zêdetirî navîniya cîhanê ye.

Li gor raporê, sala 2015’an li Salvadorê di çarçoveya 100 kesî de zêdetirî 108 cînayet pêk hatine. Ev jî zêdebûnek din a rekor e.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salîl Shetty nirxand ku kesekî ku li Salvadorê dijî, li gor kesekî li DYA 25 qat îhtîmal heye ku bê kuştin.

Li Gûatemalayê sala 2015’an para her 100 kesî 35 cînayet diket. Rêxistina Efûyê got; “Hikûmetên van 3 welatan di parastina welatiyên xwe de têkçûyinek dumilî dîtin. Şertên aborî xirabûna xwe didomîne û her ku diçe tundiyek li ser giştî welêt bandora xwe dike, dibe sedema reva gelek kesan.”

Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber tundiya çeteyan di 5 salên dawî de yên ji bo penabertiyê serî li DYA û Meksîka dane 6 qatan zêde bûne. Rêxistina Efûyê li dijî DYA û Meksîkayê jî nerazîbûn nîşan da ku ji berpirsiyariyên xwe yên parastina van kesên daxwaza penaberiyê dikin xwe bi temamî dûr dixin.