Şîrketên enerjiyê wê pereyan bidin û ji berpirsiyartiya atomê birevin
Elmanya plan dike ku sala 2022’yan bi temamî dest ji bikaranîna enerjiya atomê berde. Lê di rojevê de ye ku zerarên wê yên bi hezaran salan wê bidome, ji bêrîka gel derkeve.
Elmanya plan dike ku sala 2022’yan bi temamî dest ji bikaranîna enerjiya atomê berde. Lê di rojevê de ye ku zerarên wê yên bi hezaran salan wê bidome, ji bêrîka gel derkeve.
Ji ber nerazîbûnên li dijî talokeyên enerjiya nukleerê, sala 2011’an biryar hate girtin ku tevahî santralên nukleer ên li Elmanyayê bêne girtin. Lê tê xwestin ku maliyeta bi deh milyaran eûro ya paqijkirina santralan, depokirina kêrnehatiyan dewlet bide.
Li gor pêşnûmeya ku sala bihurî ji hêla komîsyonek Meclîsa Federal hate amadekirin, di rojevê de ye ku şîrketên enerjiyê bi 23,5 mîlyar eûroyan ji tevahî berpirsiyariyan bêne rizgarkirin. Pêşûmeqanûna têkîldarî vê duh ketibû rojevê.
Lê, gelek xebatên beriya niha hatibûn kirin nîşan dabûn ku paqijkirina santralên atomê û kêrnehatiyên van santralan wê bi dehan salan bidome. Her wiha, dihat hesapkirin ku malîyeta depokirina kêrnehatiyên nukleer wê bi 10 mîlyaran eûro bigire.