Li Korsîkayê alîgirên serxwebûnê û polîsê Fransayê bi hev ketin

Li Korsîkayê, alîgirên serxwebûnê xwepêşandanek lidar xistin, lê belê ji ber destwerdana polîsên Fransayê şer derket.

Ji bo piştgirî ji 3 xwendekarên zanîngehê re were dayîn, ku bi îdîaya 'di sala 2012'an de êrî kirine' berî çend hefteyan bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin, li bajarê Bastîa xwepêşandanek hat lidarxistin. Zêdeyî 4 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.

Di nava xwepêşandêran de Şaredarê Bastîa Pîerre Savelî û gelek nûnerên gel ên herêmê amade bûn. Alîgirên serxwebûnê xwestin 3 ciwanên Korsîkayî serbest werin berdan. Di çalakiyê de bênavber dirûşma 'Lîberta (azadî)' hat qîrîn. Xwepêşandêran xwestin hem Korsîka hem jî ciwanên ceza li wan hatine birîn, azad bibin.

Polîsan li nêzî Walîtiya Bastîayê tedbîrên ewlekariyê girtin û di navbera wan û ciwanên Korsîkayî de şer derket. Di bûyerê de xwepêşandêran bi molotof kokteylan bersiv dan destwerdana polîsan û di encamê de xisar li hin wesayîtên polîsan bû.

Li pêşiya Qeymeqamiya Corte ya Korsîkayê, roja 1'ê Nîsana 2012'an bi wesayîtekê êrîşek hatibû kirin, lê belê  hatibû îdîakirin ku bombeyên di wesayîtê de neteqiyan e. Rûniştina doza vê bûyerê di 6'ê Cotmeha 2016'an de li Parîsê hat dîtin. Di encama vê dozê de ji 5 heta 8 salan cezayê girtîgehê li xwendekarên zanîngehê yên Korsîkayî Nîcolas Battînî, Joseph-MarÎe Verdî û Stêphane Tomasînî hatibû birîn.