Mûqteda El Sadr bang kir ku sibehê Tirkiyeyê protesto bikin

Mûqteda El Sadr ê Serokê Tevgera Sadr, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Başîkayê, daxwaz ji alîgirên xwe kir ku sibehê li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê xwepêşandanê li dar bixin.

Di daxuyaniya Mûqteda El Sadr ê Serokê Tevgera Sadr de hate diyarkirin ku divê di her alî de piştgiriyê bidin gelê Iraqê û artêşa Iraqê. Sadr wiha got: “Artêşa Iraqê divê li dijî terorîstan bi awayekî pir xurt şer bike û gelê xwe biparêze. Em rê nadin ku şerê Mûsilê vegere şerê meshebî.”

Sadr ê ku ji ber heyîna leşkerên Tirk a li Başîkayê jî bang protestokirinê kir, ji alîgirên xwe daxwaz kir ku ji bo protestokirinê sibehê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê xwepêşandanê li dar bixin. Sadr wiha anî ziman: “Ji bo em dersê nîşanî hêzên ku xaka Iraqê dargir dikin bidin divê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê xwepêşandanek bê li dar xistin. Divê Tirkiye bajarên Iraqê li gorî hesabên xwe vegerîne.”