Ji bo Sûriyeyê hevdîtinên Lozanê dest pê dike
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û hemkarê wî yê Rûs Sergey Lavrov vê carê jî têkîldarî krîza li Sûriyeyê li Lozanê dicivin. Di hevdîtinê de wê Îran û Tirkiye jî hebin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û hemkarê wî yê Rûs Sergey Lavrov vê carê jî têkîldarî krîza li Sûriyeyê li Lozanê dicivin. Di hevdîtinê de wê Îran û Tirkiye jî hebin.
Hevdîtina di pêşengtiya Lavrov û Kerry de wê vê Şemiyê li Lozanê pêk were. Armanca vê hevdîtinê mîna bidawîkirina herikîna xwîna li Sûriyeyê tê ziman. Bi giştî hevdîtinên beriya niha têkçûyî bûn.
Tê payin ku Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî tevlî civîna li Lozanê bibin. Tê gotin ku Qatar jî dikare tevlî bibe. Ev her sê welat, di ser DAÎŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên li Sûriyeyê, wek piştgiriyên esasî yên gelek komên çekdar tên zanîn.
Ji berdevkên Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Kasemî got ku wê Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf tevlî konferansa li Lozanê bibe. Li gor berdevk, wê nûnerên Iraq û Misrê jî tevlî civînê bibin.