Keştiya balafiran û krûvazora atomê ya Rûs li ser rêya Sûriyeyê ne

Yekane keştiya balafiran Amîral Kûznetsov û krûvazoreke atomê ya Rûsyayê, ku dixwaze li Sûriyeyê di operasyonên hewayî de bi kar bîne, ketin ser rê.

Keştiya balafirên şer Amîral Kûznetsov û krûvazora ku hatibû ragihandin, wê di meha Îlonê de ber bi Sûriyeyê ve werin şandin, ji Bendergeha Severomorsk a Derya Barentsê bi rê ketin. Keştiya balafiran û krûvazor wê tevlî keştiyên şer ên Rûsyayê yên li Rojhilatê Derya Spî bibin. Tê payîn her du keştî piştî 10 rojan bigihêjin herêmê.

Li gorî medya Rûs, keştiya balafiran wê li Sûriyeyê di bomberdûmanê de were bikaranîn.

PARLAMENTERÊN RÛS BAREGEHA LEŞKERÎ YA LI SÛRIYEYÊ ZIYARET KIRIN

Baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li Derya Spî, ji aliyê heyetek ji parlamenteran ve hat ziyaretkirin. Vîktor Ozorov ku pêşengî ji heyetê re kir, da xuyakirin ku ew pê zanin; leşkerên Rûs ên li vî welatî 'ji bo berjewendiyên Rûsyayê li dijî terorîzmê şer dikin'.

Ozorov îdîa kir, ku operasyonên leşkerî yên welatê wan li Sûriyeyê, ji bo çareseriyeke siyasî ne.