Li Arjantînê, cara yekemîn dadgeha sivîl ceza li dêrê birî
Li Arjantînê, serpîskoposekî Dêra Katolîk ji ber sûcdariya îstîsmara zayendî bi dayîna tazmînatê hat cezakirin. Cara yekemîn e li vî welatî dadgeheke sivîl ceza li dêrê dibire.
Li Arjantînê, serpîskoposekî Dêra Katolîk ji ber sûcdariya îstîsmara zayendî bi dayîna tazmînatê hat cezakirin. Cara yekemîn e li vî welatî dadgeheke sivîl ceza li dêrê dibire.
Di doza tazmînatê de ku ji aliyê yek ji şagirtên berê yên Dibistana Papaz a Dêra Katolîk Rûben Descalzo ve hat vekirin, dadgehê hikum da ku dêr 756 hezar pezo (50 hezar dolar) tazmînatê bide mexdûr. Ev doz beriya 15 salan ji aliyê mexdûr Rûben Descalzo ve hatibû vekirin. Bi biryara dadgehê re yekemcar e li Arjantînê dadgeheke sivîl ceza li Dêra Katolîk dibire.
Dadgeha Cezayê Giran di sala 2009'an de ji ber sûcdariya îstîsmara zayendî 8 sal cezayê girtîgehê li serpîskopos Edgardo Stornî yê di sala 2012'an de mir, birî bû, lê ev ceza di sala 2011'an de ji aliyê dadgeheke bilindtir ve hatibû betalkirin.
Dadgeha sivîl ku duh cezayê tazmînatê birî, biryar da ku ceza ji aliyê 'warîs'ên serpîskoposê berê yê dêra Santa Fe ve bê dayîn.