Gerîlayên FARC'ê bi biryarên xewn û xeyalên xwe ji civakê re vebêjin

Kovara Time, bi gerîlayên FARC'ê re hevdîtin kir, ku ji bo şerê 52 salan biqedîne û aştiyê pêk bînin, rîskek mezin dan pêş çavên xwe.

Peymana Aştiyê, ku di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Serokdewlet Jûan Manûel Santos de roja 26'ê Îlonê hat îmzekirin, di referandûma 2'ê Cotmehê de ku tevlîbûn di asteke kêm de bû, bi rêjeyeke gelekî kêm hatibû redkirin. Lê belê gerîlayan û hikûmeta Santos dabûn xuyakirin, ku ew ê ji peymanê venegerin.

Tevî ku ne diyar e danûstandinên têkildarî referandûma nû ya li ser peymana aştiyê ne misoger jî bin, gerîla dibêjin ew ê bi ti awayî ji felsefeya xwe ya aştiyê û doza xwe ya siyasî venegerin.

Kovara Time, li kampeke li başûrê welêt, gerîlayên FARC'ê ziyaret kir. Gerîlayan di vê hevdîtinê de nîşan dan, ku ew di vê mijarê de bi biryar in.

Li vê kampê, li ser detayên peymana aştiyê ya bi hikûmetê re hat mohrkirin, nîqaş tên kirin. Gerîla li ser pîvanên bingehîn ên vê peymanê perwerdeyê dibînin.

'EM NEÇAR IN XEWN Û XEYALÊN XWE JI GIRSEYÊN GEL RE VEBÊJIN'

Li gorî nûçeya Time, gerîla bi taybetî li ser xalên bêçekbûyînê disekinin, nîqaşê dikin. Nûçegihanê kovarê di dema perwerdeyê de vê gotina yek ji fermandarên asta navîn Federîco Narîno dinivîsîne: "Em neçar in xewn û xeyalên xwe ji girseyên gel re vebêjin. Ev ê bibe serketina me."

Di nûçeyê de hat ragihandin, piştî referandûma bi beşdariyeke qels û redkirina peymana aştiyê, rewşa ne diyar bandor li gerîlayan kiriye û gotinên gerîlaya 27 salî Mîlene Reyes hat ragihandin. Reyes dema qala kêliya eşkerekirina encamên referandûmê dike, dibêje, "Tiştek di ber min de ma, ji ber ku min got 'xewn û xeyalên me li ber avê çûn'."

Di nûçeya Time de hat destnîşankirin, ku gerîla wê nêrînên xwe ji gel re ragihînin û ji bo 'parastina cewhera' peymana aştiyê, di danûstandinan de bikevin nava hewldanan.