Li Sirteyê operasyona DAÎŞ’ê: 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Libyayê di şerê bajarê Sirteyê de ku çeteyên DAÎŞ’ê hê lê hene, herî kêm 14 leşker û mîlîtanên alîgirên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan, tê texmînkirin ku gelek çete hatine kuştin.
Li Libyayê di şerê bajarê Sirteyê de ku çeteyên DAÎŞ’ê hê lê hene, herî kêm 14 leşker û mîlîtanên alîgirên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan, tê texmînkirin ku gelek çete hatine kuştin.
Li bajarê Sirteyê hêzên girêdayî Hikûmeta Yekgirtina Neteweyî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li navçeya ‘Nimre 3’ operasyonek berfireh li dar xistin.
Rayedarekî nexweşxaneya sahrayê Abdûllatîf Abdûl Alî, diyar kir ku di şerê duh de 14 mîlîtanên alîgirên hikûmetê jiyana xwe ji dest dane. Alî, ragihand ku nêzî 30 leşker û mîlîtan jî birîndar bûne.
Hate gotin ku beşek mezin a mîlîtanên mirî bûne hedefa êrîşên sekvanên çeteyan. Têkîldarî hejmara kuştiyên çeteyên DAÎŞ’ê ti agahî nehat dayîn.
Tê ragihandin ku meha Gulanê ji bo rizgarkirina Sirtê operasyonek mezin hatibû destpêkirin, gelek qad ji çeteyan hate rizgarkirin, li ‘navçeya Nimre 3’ di qadek teng de hatine asêkirin. Heta niha di operasyonê de nêzî 550 endamên artêşê û mîlîtanên alîgirên hikûmetê jiyana xwe ji dest dane.