Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, li paytext Bexdayê têkildarî operasyona Mûsilê daxuyaniyek da û wiha got: “ Em rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibin.”Ebadî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku beşdar bibin amadekariyên xwe dikin, di rewşekî bi vî awayî de em ê her cure erka xweparastinê pêk bînin û da zanîn ku eger pêwîst bike wê li dijî dewleta Tirk jî şer bikin.
Ebadî diyar kir ku berovajî îdîayên wan bêy ku agahî bidin wan hêzên xwe anîna herêma Başîkayê û xwestine ku bi dehan car Wezîrê Parastinê îqna bikin. Ebadî wiha anî ziman: “Me serî li yekîtiya Ereban û Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daye. Ji bo derketina hêzên Tirkiyeyê ji herêm divê zextê bikin. Em carekî din bang li van hêzan dikin. Êdî bertekên xwe zelal bikin. Di vî şerî de hûn alîgirên me ne yan jî yê dewleta Tirk in.”
‘WÊ TENÊ HÊZÊN IRAQÊ BEŞDARÎ OPERASYONÊ BIBIN’
Ebadî destnîşan kir ku bi ti awayî rê nadin ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê bibin û wiha pê de çû: “Tevî ku xaka me dagir jî kirine, lê em li rêyên çaresrî û aştiyane digerin. Li gorî vê eger ku di operasyona Mûsilê de xeteriyê li ser me bide avakirin, em ê xwe biparêzin. Ji bo wê ez carekî din dûbare dikim. Wê tenê hêzên Iraqê beşdarî operasyonê bibin.”
Ebadî da zanîn ku piştî operasyonê wê asayîşa Mûsilê ji aliyê hêzên polîsan ve bê parastin û wiha got: “Eger ku DAIŞ têk biçe wê Iraq bikeve rewşa dewleta herî bi bandor a herêmê.”