Li Misrê êrîşa çeteyan: 12 leşker, 15 çete mirin
Hate ragihandin ku li Nîv-girava Sîna ya Misrê li dijî nuqteya leşkerî êrîşeke hatiye lidarxistin, herî kêm 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku li Nîv-girava Sîna ya Misrê li dijî nuqteya leşkerî êrîşeke hatiye lidarxistin, herî kêm 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Hate diyarkirin ku êrîşa li herêma Bîr El Abd ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatiye lidarxistin, hate destnîşankirin ku leşker bi roket û bombeavêjan hatine hedefkirin. Li gor daxuyaniya artêşa Misrê, di êrîşê de 6 leşker birîndar bûne, 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Li gor çavkaniyên hikûmeta Misrê, piştî darbeya sala 2013’an di serî de Çola Sînayê, di êrîşan de bi sedan leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî hefteya bihurî li dijî maşîneya polîsan a li El Arîşê êrîş hatibû kirin û 5 polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.