Li gorî Peymana Kîgalî, wê bikaranîna gaza HFC, ku bi giranî di amûrên klîma, sarinc û spreyên aerosol de tê bikaranîn, heta sala 2047'an bi temamî bê qedandin. Li gorî peymanê wê ji sala 2019'an û pê ve bikaranîna vê gazê were kêmkirin. Bi vê armancê, di Protokola Montrealê ya beriya niha de guhertin tê kirin.
HFC di nava 90 gazên xwedî bandora serayê de, ku rê li ber mezinbûna qulika ozonê vedikin, a herî bi zerar e. Tê zanîn, ev gaz bi 14 hezar qatî ji karbondîoksîtê (CO2) bêhtir bi zerar e.
Li gorî peymanê wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, welatên yekîtiya Ewropayê û welatên din ên pêşketî, heta sala 2019'an herî kêm bi rêjeya ji sedî 10'an bikaranîna gaza HFC kêm bikin. Latîn Amerîka, Çîn û welatên giravê yên li okyanûsan jî divê ji sala 2024'an û pê ve bikaranîna vê gazê bisekinînin.
Îran, Iraq, Hîndîstan, Pakîstan û welatên Kendavê wê ji sala 2028'an û pê ve hilberîna vê gazê rawestînin.