Li dijî Boko Haram 'pêngava fînalê' tê amadekirin
Li dijî çeteyên Boko Haram, ku gefê li welatên li dora Çola Çadê bi taybetî li Nîjeryayê dixwin, 'pêngava fînalê' tê amadekirin.
Li dijî çeteyên Boko Haram, ku gefê li welatên li dora Çola Çadê bi taybetî li Nîjeryayê dixwin, 'pêngava fînalê' tê amadekirin.
Li paytexta Nîjer Nîameyê, bi tevlîbûna Serokên Fermandariya Giştî yên Çad, Nîjerya, Kamerûn, Benîn û Nîjerê, civînek hat lidarxistin. Di civînê de operasyonên ji bo qedandina çeteyên Boko Haram hatin nirxandin.
Li dû vê civînê, daxuyaniye ji Radyoya Dewletê ya Nîjerê re hat dayîn û hat ragihandin, detayên amadekariyên 'pêngava fînalê' ya li dijî Boko Haram hatine nirxandin.
Wezîrê Parastinê yê Nîjerê Hassoûmî Massoûdoû jî got, "Di vê civînê de amadekariyên asta fînalê ya hewldanên qedandina Boko Haram, hatine nirxandin."
Li dijî Boko Haram, ku ji sala 2009'an û vir ve bi deh hezaran mirov qetil kir û di sala 2015'an de 'bîat' ji çeteyên DAIŞ'ê re kir, di mehên dawî de operasyonên mezin hatin lidarxistin. Di meha Tîrmehê de, artêşên Nîjer, Çad û Nîjeryayê dest bi operasyoneke hevpar kirin û heta niha herî kêm 123 çete di encama vê operasyonê de hatine kuştin.