Li Hindîstanê li ayinê izdîham: Bi kêmanî 19 kes mirin

Li Bakurê Hindîstanê ji ber sedema hêlemêl di dema dêlindêziyeke dînî de bi kêmanî 19 kes mirin.

Tê gotin bûyer di dema ayinekê de li gundê Varanasî ya eyelata Utar Pradesh a li Bakurê welêt pêk hatiye, ku ayin ji bo Hînduyan xwedî wateyeke pîroz e. Li gorî otorîteyên polîsan ên xwecih ji ber hêlemêla di dema ayinê de bi kêmanî 19 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Li Hindîstanê îzdîhamên di ayinan de ji ber kêmbûna bergiriyên ewlehiyê pir dubar dibe. Cotmeha 2013’an li eyaleta Madhya Pradesh, di dema ayinekê de ku piranî jê jin û zarok bûn 110 kes miribûn.