Hollanda: Gazên zerardar ên wesayîtan hê zêdetir e
Li gor lêkolînekê ku li Hollandayê li ser 30 modelên wesayîtên bi motorê dîzelê hate kirin, gazên zerardar ên ku zêdetirî nîvê wan dide der, ji yên tên zanîn hê bêhtir in.
Li gor lêkolînekê ku li Hollandayê li ser 30 modelên wesayîtên bi motorê dîzelê hate kirin, gazên zerardar ên ku zêdetirî nîvê wan dide der, ji yên tên zanîn hê bêhtir in.
Li gor lêkolînê, gaza egzozê ji hejmarên emîsyonê ya ku şîrketên berhemdêr beyan dike, hê zêdetir e.
Li gor lêkolîna Wezareta Gihandinê ya Hollandayê ku piştî hetîketiya sala bihurî ya Volkswagenê da çêkirin, îhtîmal heye ku berhemdêr hejmarên emîsyonê bi rêka software kêm dide nîşandan.
Di raporê de ku Wezaretê şand Parlamentoyê, bal hat kişandin ku hejmarên emîsyonê yên hin markayên wesayîtên bi motorên dîzelê ‘zêdetirî rêjeyên ku destûra wê hatiye dayîn’ in.
Di raporê de hate gotin ku dibe daxwaz bê kirin ku şîrketên berhemdêr modelên ku gazên zerardar bi zedehî didin der, bêne kişandin.