Li Elmanyayê 15 hezar xebatkarên marketê wê bêkar bimînin

Rêze marketên bi navê Kaîser's Tengelmann ku li gelemperiya Elmanyayê zêdeyî 400 marketên xwe hene, zerar kir. Hat ragihandin, ji ber vê zerarê kêm ma ye 15 hezar xebatkar bêkar bimînin.

Tê îdîakirin, rêze marketên bi navê Kaîser's Tengelmann ku li eyaletên Bavyera, Berlîn û Nordrheîn-Westfalenê 450 marketên xwe yên xurekê hene, zerar kiriye. Danûstandinên ji bo kirîna van marketan ji aliyê şîrketên din ve, bê encam man. Rêveberê şîrketê Karl-Erîvan Haûb da xuyakirin, ku rêze firoşgeha zêdeyî 15 hezar xebatkarên xwe hene, wê nikaribe bê rizgarkirin û di hefteyên pêş de dibe ku ji holê rabe.

Hevrikekî din ê van rêze marketan Edeka xwest, van marketan bikire, lê belê ji ber ku şîrketên din li ber vê daxwazê rabûn, Wezareta Aboriyê karê dewrkirinê sekinand.

Tê payîn, danûstandinên navbera şîrketan heta roja Duşemê dewam bikin. Di van muzakereyên ji bo kirînê de, li ser bi hezaran xebatkaran bazarî tê kirin.