YE li her avahiyeke nû bê çêkirin, stasyona şarjê ya elektrîkê ferz dike

Li gorî Paketa Berhemdariya Enerjiyê, ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ve tê amadekirin, li her avahiyeke nû were çêkirin, tê xwestin ku unîteyên şarjkirina wesayîtên bi elektrîkê dixebite, bên avakirin.

Li gorî nûçeya kovara Der Spîegel ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên komîsyonê yên li Brukselê, şertê çêkirina stasyona şarjê ji bo wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, wê ji bo avahiyên piştî sala 2023'an bên çêkirin, derbasdar be. Li gorî vê pêşniyarê, ku hê baş zelal nebûye, li malên ji yek malbatê, divê qebloyên karibin unîteyên şarjê pê ve bên girêdan, amade bin.

Paketa Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ferz dike, ku li parkên wesayîtên avahiyên mezin, divê ji bo her 10 wesayîtan stasyoneke şarjê hebe. Li gorî hesabên komîsyonê, maliyeta her stasyoneke şarjê 75 hezar euro ye.

Eger ev paket bê qebûlkirin, wê piştî sala 2023'an bikeve meriyetê.

Lê belê şîrketên karê kirîn û firotina xaniyan dikin dibêjin, hê ne diyar e di dema pêş de bazarek ji bo wesayîtên bi elektrîkê dixebitin ava bibe, lewma li dijî vê projeyê derdikevin.