Şerê li Afganîstanê dijwar dibe
Li Afganîstanê hate diyarkirin ku di şerê navbera artêş, yekîneyên polîsan û çeteyên Talîbanan yên ku li gelek herêman dewam dikin de jimara miriyan ji sedî derbas kiriye.
Li Afganîstanê hate diyarkirin ku di şerê navbera artêş, yekîneyên polîsan û çeteyên Talîbanan yên ku li gelek herêman dewam dikin de jimara miriyan ji sedî derbas kiriye.
Hat diyarkirin ku tevî bajarê Kûndûz ê Bakûrê welat di kontrola artêşê de ye jî ji ber şer 10 hezaran kes bajar terikandin.
Tê zanî ku artêşa Afgan konrola xwe ya li ser herêmê winda kiriye, li Wîlayeta Helman a li ser sînorê Pakîstanê jî bi dehan leşker hatine kuştin. Hat eşkerekirin ku di êrîşa Talîbana a li ser navçeya Nawah a li Başûrê paytexta Wîlayetê Laşkar Gahê 50 leşkerên artêşê jiyana xwe ji dest dane, bi qasî wê jî ‘Windane.’
Li gorî agahiyên Endamê Parlementoyê Şîr Muhammed Akhûnzad têkildarî êrîşên çeteyên Talîban ên li ser bajarê Laşkar Gah ku bixin destê xwe, diyar kir ku hê jî metirsî dewam dike. Akhûnzade diyar kir ku li navçeya Nad Alî ya nêzî Laşkar Gahê nêzî 70 polîs û leşkerên Talîbanan teslîm bûne.
Hate destnîşankirin ku li Tarîn Khot ê girêdayî Wîlayeta Ûrûgan a li Bakurê Helmandê nêzî 150 erkdarên ewlekariyê ji aliyê Talîbanan ve hatine girtin. Têkildarî mijarê Endamê Meclîsa Wîlayetê Muhammed Zhîr Nadîrî agahî da û diyar kir ku li gel leşkerên ku dibêjin teslîm bûne nêzî 20 wesayîtên Hamer ên DYA’yê dan jî ketine destê Talîbanan.
Li gorî hinek çavkaniyan jî jimara Hamerên ku ketine destê Talîbanan 70 ne.