Senatoya Fransayê Qanûna Înkara Qirkirinê qebûl kir
Li Fransayê di serî de Qirkirina Ermeniyan, pêşnûmeya ku cezakirina yên ku sûcên mirovahiyê înkar dikin dixwaze, li Senatoyê hate qebûlkirin.
Li Fransayê di serî de Qirkirina Ermeniyan, pêşnûmeya ku cezakirina yên ku sûcên mirovahiyê înkar dikin dixwaze, li Senatoyê hate qebûlkirin.
146 senatoran dengê ‘Na’ bi kar anîn, 156’an jî ji bo qebûlkirinê deng dan.
Senatoya Fransayê, qanûna ku ji sala 2006’an ve nîqaşa wê tê kirin û yên qirkirinê înkar dike ceza jê re dixwaze, qebûl kir.
Qanûna ku di serî de Qirkirina Ermeniyan, yên qirkirinan înkar dikin wê bi cezayê salek hepsê û 40 hezar eûro cezayê pereyan lê bê birîn, beriya niha jî li Meclîsa Neteweyî hatibû qebûlkirin. Di dengdana senatoyê de jî qanûn giranî li ser dengê çepgir û sosyalîstan hate qebûlkirin.
Di dengdanê de 156 senatoran dengê ‘erê’ bi kar anîn, di serî de LR ya di lîdertiya Nîcolas Sarkozy de, 146 senatorên rastgir û rastgirên navîn jî dengê ‘na’ bi kar anîn.
Beriya niha jî Qanûna Înkara Qirkirinê ya dema Nîcolas Sarkozy de hatibû qebûlkirin, li ser îtîrazan ji hêla Konseya Destûra Bingehîn hatibû betalkirin.