Li bajarê Georgensgmund ê Eyaleta Bavyera ye, polîsan avêtin ser malekê. Endamê koma bi navê 'Reîchsburger' ê li vê malê gule berda polîsan û polîsek kuşt. Li gorî Wezareta Karên Hundir, gumanbarê 49 salî, piştî ku polîs ketin hundirê mala wî, gule berdaye wan.
Hat ragihandin, ev kesê hat binçavkirin, timî dibêje ew endamê koma tund-nîjadperest a bi navê 'Reîchsburger' ye.
Piştî vê bûyerê nîqaşên li ser xemsariya dewletê ya li şîdeta rastigiriya tund, ji nû ve ket rojevê.
Bi doza Rêxistina Veşartî ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) re derketibû holê ku yekîneyên îstîxbaratê û ewlekariyê ya Elman, li dijî karê van komên Neonazî bi têrkerî tedbîr negirtine.
Piştî bûyera li komuna Georgensmund, Wezîrê Karên Hundir li xwe mikujr hat ku divê ew careke din nîjadperestan û rastgirên tund di ber çavan re derbas bikin. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere ji rojnameya Rhînîsche Post re axivî û got, "Divê em hê bi berfirehtir, ji nû ve li vê mijarê binêrin."
Serokê Koma SPD a Meclîsa Federal Thomas Oppermann jî got, "Bûyera kuştina polîs nîşan dide ku kesên tevgera Reîchsburger weke 'xeyaletekî bê zerar' dibîne, bi rengekî dramatîk xwe xapandin e." Oppermann destnîşan kir, ku nabe ew tehemûlî tevgereke bi vî rengî bikin, ku Destûra Bingehîn û dewleta Elman nas nake.
Koma bi navê Reîchsburger dewlet û sîstema heyî ya Elman red dike û 'Îparatoriya Elman' a navbera salên 1871-1945'an diparêze. Niha jî têkiliya vê tevgerê bi partiya nû ya rastgiriya tund a bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) tê lêkolînkirin. Di nava du salên dawî de gelek nûnerên herêmî yên AfD bi endamên vê komê re hatin dîtin.