Fransa 5 reaktorên xwe yên nukleerî yên xetere digire
Yek ji çavkaniyên herî girîng ên elektrîkê yên Fransayê, santralên nukleerî ye. Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, biryar hat dayîn 5 ji van reaktoran bên girtin.
Yek ji çavkaniyên herî girîng ên elektrîkê yên Fransayê, santralên nukleerî ye. Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, biryar hat dayîn 5 ji van reaktoran bên girtin.
Ji ber tirs û fikarên saziyên civaka sivîl ên li Fransa û Elmanyayê, Saziya Ewlekariya Atomê ya Fransayê (ASN) li 18 santralên nukleerê lêkolîn kir û di 5 ji van reaktoran de pirsgirêk tespît kir.
Di çarçoveya rapora ASN de, şîrketa belavkirina elektrîkê ya neteweyî ya Fransayê EDF biryar da 5 reaktor werin girtin.
Hat ragihandin, li reaktorên Fessenheîmê, Gravelînes, Cîvaûx û Trîcastînê pirsgirêkên cidî yên ewlekariyê hene û gelek ji van pirsgirêkan ji raya giştî re nehatine eşkerekirin.
Di encama lêkolînên beriya niha de 13 reaktor hatibûn girtin û piştî karên sererastkirinê 6 ji van ji nû ve hatibûn vekirin.
Li gorî planê, reaktorên hatine girtin wê herî kêm 3 mehan bên kontrolkirin û sererastkirin.