Li Berlînê civîna bilind a li ser Ûkrayna û Sûriyeyê
Di hevdîtinên Berlînê de, ku lîderên Rûsya, Fransa û Ûkraynayê tevlî bûn, ji bo Ûkraynayê plana aştiyê dernet, lê di mijara Sûriyeyê de encamek bi dest neket.
Di hevdîtinên Berlînê de, ku lîderên Rûsya, Fransa û Ûkraynayê tevlî bûn, ji bo Ûkraynayê plana aştiyê dernet, lê di mijara Sûriyeyê de encamek bi dest neket.
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko civînek hat lidarxistin. Petro Poroşenko piştî civîna bilind da xuyaniyek da û diyar kir, ji bo komên Rûs ên li rojhilatê welêt şer dikin vî şerî bisekinînin, wan li ser planeke aştiyê li hev kirine.
Poroşenko da zanîn, di çarçoveya plana nû de wê li herêma Donbassê ku piraniya şeniyên wê Rûs in, yekîneyên polîs ên çekdar dest bi wezîfeyê bikin û anî ziman, Peymana Aştiyê ya Mînskê wê esas were girtin. Poroşenko diyar kir, wezîrên karên derve yên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkraynayê, ji bo peymanê zelal bikin, wê heta meha Mijarê bixebitin.
Di beşa duyemîn a civîna bilind a Berlînê de, bi beşdariya Pûtîn, Merkel û Hollande mijara Sûriyeyê hat nirxandin. Lê ji vê beşê encameke cidî bi dest neket. Têkildarî vê hevdîtinê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel daxuyanî da û anî ziman, ku ji bo pêkhatina agirbestekê, lihevkirin nebûye.
Merkel da zanîn, hevdîtinên ji niha û pê ve wê di navbera wezîrên karên derve de werin kirin.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî diyar kir, agirbest demî ya li Helebê hatiye ragihandin 'têrker nîne' û Rûsya sûcdar kir ku 'sûcê şer' dike.