Li şûna Gauck, Steînmeîer namzet e

Partiyên desthilatdar ên Elmanyayê li hev kirin, li şûna Serokkomar Joachîm Gaûck, ku sala bê dema wî ya wezîfeyê diqede, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank Walter Steînmeîer namzet nîşan bidin.

Di encama hevdîtinên navbera partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de, li hev hat kirin ku wezîrê SPD'yî namzet were nîşandan.

Eger namzetiya Steînmeîer bê zelalkirin, tê payîn ku di hilbijartinên sala pêş de bi ser bikeve. Steînmeîer di hikûmeta koalîsyonê ya CDU-CSU-SDP a navbera salên 2005-2009'an de Wezîrê Karên Derve bû û di sala 2013'an de careke din bi vê wezîfeyê rabû.

Li Elmanyayê, Serokkomar 5 salan carekê ji aliyê desteya bi navê Assamble ya Federal (Bundesversammlung) ve tê hilbijartin, ku ev deste ji delegeyên partiyên siyasî yên li Meclîsa Federal, Meclîsa Eyaletan û hin delegeyên gel ve tenê ji bo hilbijartinê li hev dicive. Ji xwe piraniya van endaman ji CDU-CSU û SPD pêk tên.