Hejmara kesên li Pakîstanê di êrîşa DAIŞ'ê de mirin, zêde dibe

Di êrîşa bombeyî ya duh de ku çeteyên DAIŞ'ê li xwe girtin, herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li dijî 600 kesên ji bo îbadetê li tiba sûfî yê bi navê Şah Noranî yê li eyaleta Belûcîstanê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşek lidar xistin.

Êrîş li herêma çiyayî ya li navçeya Khûzdar a Belûcîstanê pêk hat û herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene hejmara miriyan zêde bibe. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Belûcîstanê Sarfîraz Bûgtî diyar kir, di êrîşa bombeyî de bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Pakîstanê herî dawî di meha Hezîranê de hunermend Amcad Sabrî ku qesîdeyên kevneşop ên bi navê "qawwalî" dixwend, hatibû kuştin.

Tevî çeteyên DAIŞ'ê rêxistinên wekî Talîbanê jî sûfîtiyê weke "karê ji rê derketî" dinirxînin Her wiha gefê li komên oldar dixin.