Fransa nêzî 60 mîlyon welatiyê xwe fîş dike
Li gor qanûna ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ya li Fransayê xist meriyetê, wê tevahî nasname, pasaport, şopên rû û tiliyên zêdetirî 60 mîlyon welatiyên Fransayê bên tomarkirin.
Li gor qanûna ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ya li Fransayê xist meriyetê, wê tevahî nasname, pasaport, şopên rû û tiliyên zêdetirî 60 mîlyon welatiyên Fransayê bên tomarkirin.
Hate ragihandin ku rêxistinên mafên mirovan ji ber azadiyên ferdan tine dihesibîne û rîska ku tevahî agahî bên dizîn heye rexne dike, 30’ê Cotmehê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Bi qanûna nû re, tevahî nasname, pasaport, şopên rû û tiliyên zêdetirî 60 mîlyon welatiyên Fransayê wê yek bi yek bên tomarkirin.
Sala 2012’an qanûnek heman ji hêla Konseya Destûra Bingehîn hatibû betalkirin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku eger agahiyên bi deh mîlyonan kesî li cihekî bên tomarkirin ev wê azadiyên kesan sînordar bike û rîska wê ya bi giştî dizînê çêdibe.
Li gor Lîga Mafên Mirovan a Fransayê jî eger agahiyên kesî li çîpeke kartên nasnameyan an jî pasaportan bên komkirin ev wê rîskê hê kêmtir bike.