Peymana bazirganiyê ya YE-Kanada ya bi fikar, sibe tê îmzekirin
Piştî ku herêma Valon a Belçîkayê vetoya xwe ya li ser peyaman bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê rakir, wê peyman sibe bê îmzekirin.
Piştî ku herêma Valon a Belçîkayê vetoya xwe ya li ser peyaman bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê rakir, wê peyman sibe bê îmzekirin.
Li dijî peymana bi navê CETA ya bazirganiya bi Kanadayê re, ji herêma Valonya ya Belçîkayê îtiraz hatibû kirin, lewma ev yek li pêşiya erêkirina peymanê ji aliyê hikûmeta federal ve bûbû astengî.
Piştî Valonyayê, herêma Brukselê jî li ber peymanê rabû. Di encama danûstandinên bi hikûmetê re li ser peymanê hatin kirin, duh li hev hatibû kirin.
Piştî Valonyayê jî qebûl kir, hemû welatên Yekîtiya Ewropayê ji Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk re ragihandin, ku wan peyman qebûl kirine.
Tûsk jî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, peyman wê sibe were îmzekirin. Tûsk da xuyakirin, ku wî bi Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû re biryar dane ku merasîma îmzekirinê sibe be.