Haşdî Şabî: Erdogan ji bo mirina leşkera bincil bike êrîşê tîne ser me

Berdevkê Haşdî Şabî yê Hêzên Başûrê Kerkûkê Hacî Îmad Alî, ‘’Erdogan di siyaseta navxweyî de ji bo ku her roj têk diçe, ji bo mirina leşkerên xwe bincil bike êrîşê tîne ser Iraqê. Ê ku mezheban qetil bike Erdogan e’’

Berdevkê Haşdî Şabî yê Hêzên Başûrê Kerkûkê Hacî Îmad Alî bersiveke tund da gotinên Erdogan ku digot, ‘’Haşdî Şabî li Telafer û Mûsilê wê Siniyan bikuje’’
Îmad Alî têkildarî mijarê ji RojNewsê re axivî û got, ‘’Serokkomarê Tirk Erdogan têkildarî Heşd El Şebî ne rast diaxive. Em gotinên wî li wî vedigerînin. Erdogan têkçûna xwe ya navxweyî vedişêre û êrîşê tîne ser xakên pîroz ê Iraqê. Em hewl didin jiyana welatiyên li xaka Iraqê biparêzin. Ji bo me ev welatî Kurd bin, Sinnî bin, Şiîyên Ereb bin ne girîng e. Peywira me parastin e û em jî peywira xwe bi cih tînin. Erdogan dibêje zextê li welatiyên Sinnî dikin, lê ev ji rastiyê dûr e. Erdogan bi van gotinên xwe dixwaze tevlîheviya li Iraqê kûrtir bike û agirê fitneyê gur bike.’’

Hacî Îmad Alî got, li welatê wî her roj leşker dimirin û ji bo ku vê ji gelên Tirkiyê veşêre êrîşê tîne ser xaka Iraqê û wiha domand: ‘’Erdogan pêşî bila kêşeyên xwe yên navxweyî çareser bike. Heke Erdogan rast be naxwe bila pêşî kêşeyên nav xwe çareser bike. Li welatê wî her roj bi dehan leşker têne kuştin. Ji bo ku ser vê têkçûnê û şikestinê bigire êrîşê tîne ser xaka pîroz a Iraqê. Heqê welatiyên li dewleta xwe nade. Wê çawa heqê welatiyên Sinnî bide? Kî hurmetê ji welatê me re bigire em ê jî hurmetê ji wan re bigirin. Ji bo vê jî em gotinên Tirkiyê û Erdogan qebûl nakin. Erdogan bi vê gotina xwe û zimandirêjiya xwe ya li her kesî wê tiştekî bi dest ve neyîne.’’