Berdevkê Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî da xuyakirin ku artêşa Iraqê çawa lez daye operasyona Mûsilê her wiha çeteyan jî lez dane qetlîaman.
Ravîna Shamdasanî da xuyakirin ku çeteyan hefteya bihurî 232 sivîl qetil kirine, di nav van de jî 190 efserên berê yên artêşa Iraqê hebûn.
Shamdasanî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi deh hezaran kesî jî ji bo wek mertalên zindî li dijî hêzên Koalîsyonê bi kar bînin dîl girtine, got herî kêm 8 hezar malbat di dest çeteyan de ne.
Shamdasanî anî ziman ku çete dixwazin bi vî rêbazî êrîşên hewayî asteng bikin.