Di nava nexweşiyan de ku di sala 2015'an de rojane rê li ber mirina 5 hezar kesî (salê 1,4 mîlyon) vekir, ya herî zêde balê dikişîne 'Tuberkuloza dikare li ber gelek dermanan li ber xwe bide' (Multi-drug-resistant tuberculosis , MDR-TB), ku ev nexweşî her wiha li ber antîbiyotîkê jî ji ber xwe dide. di konferansê de li ser tedbîrên li dijî vê nexweşiyê hatin nîqaşkirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di sala 2015'an de 10,4 mîlyon mirov bi tuberkulozê ketine. Li gorî sala 2014'an ev rêje di asta ji sedî 1,5'an de kêm bû. Lê belê pispor dixwazin vê rêjeyê îsal ji sedî 4 heta 5'an kêm bikin.
Li gorî rêveberê Bernameya Têkoşîna li dijî Tuberkulozê ya WHO Marîo Ravîglîone, ji bo nexweşiya tuberkulozê di sala 2035'an de bi temamî ji holê were rakirin, divê salane bi rêjeya ji sedî 5'an bê kêmkirin.
Di konferansê de bi taybetî li se têkoşîna li dijî tuberkuloza ji cûreyê MDR-TB hat rawestîn. Li gorî daneyên di konferansê de hatin eşkerkirin, di sala 2015'an de diviyabû 580 hezar kes ji ber vê nexweşiyê bihatina dermankirin, lê tenê 120 hezar kesî derfetên dermankirinê dîtin. Xizmetên kêm ên tenduristiyê yên li gelek welatên xizan, weke sedema vê yekê tên nîşandan.
Di konferanê de her wiha hat destnîşankirin, ku tevî hemû neyîniyan jî çar ji pênc nexweşên MDR-TB sax bûne û ev yek jî asta herî bilind a serketina heta roja îro ye.