Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir dest ji pêvajoya li dijî Madûro berda

Li Venezûelayê ku krîza aboriyê lê heye, hewldanên mûxalefeta rastgir ên ji bo girtina ji wezîfeyê ya Serokkomar Nîcolas Madûro tên kirin, hatin sekinandin.

Li Kongreya Venezûelayê ku mûxalefet rastgir lê serdest e, wê roja Pêncşemê pêvajoya girtina ji wezîfeyê dest pê bikira. Biryar hat dayîn, ev hewldan û pêvajo were sekinandin. Tê gotin, daxwaza Vatîkanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbear mûxalefetê û rêveberiya Madûro bandor li girtina vê biryarê kiriye.

Serokê Kongreyê Henry Ramos Allûp li ser mijarê axivî û diyar kir, biryara wan nayê wateya 'teslîmbûna wan' li pêşberî Madûro û anî ziman, ev biryar ji bo peydakirina çareseriya pirsgirêkan hatiye standin.

Her wiha meşa mûxalefetê ku wê sibe li dijî Nîcolas Madûro bihata lidarxistin, hat betalkirin.

Li Venezûelayê ku piraniya aboriya wê xwe dispêre hatineyên ji petrolê, ji ber kêmbûna buhayê petrolê, valahiyeke cidî di nava budçeyê de rû da bû û vê yekê mûxalefeta rastgir xistibû nava tevgerê.