Li Brezîlyayê şikeft hilweşiya: 10 mirî

Li Brezîlyayê bi dehan kes bi wesileya Roja Ezîzan li şikefteke ku pîroz tê hesibandin kom bibûn. Ji ber şikeft hilweşiya gelek kesan jiyana xwe jidest dan.

Hate ragihandin ku bûyer li Şikefta Casa de Pedra ya li nêzî bajarê Santa Marîa ya girêdayî eyaleta Tocantînê roja Sêşemê rû daye. Bi boneya Roja Ezîzan ku ji bo Xrîstiyanan cejnek pîroz e, nêzî 60 kesî li şikeftê kom bibûn û ji ber şikeft hilweşiya jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn, zêdetirî 40 kesî jî bêyî birîndar bibin rizgar bûn.

Hate diyarkirin ku şikefta li eyaleta Tocantînê ji hêla gelê herêmê pîroz tê dîtin û îbadeta li vir wek kevneşopiyekê ye.