Fransayê çar mizgeftên çeteyan girt

Hat ragihandin ku li Fransayê çar mizgeftên ku di bin navê ‘Komeleya çandî’ de xebat dikirin û di xizmeta çeteyên Îslamîst de bûn hatin girtin.

Wezareta Karên Hundir daxuyanî da û got, mizgeftên ku ‘Li hemberî nirxê Komarê derdikevin’ û ‘Ewlehiya gîştî dixin bin xeteriyê’ li gorî xala 8’emîn a Destûra Bingehîn a têkîldarî Rewşa Awarte hatine girtin.

Wezaretê ragihand ku mizgeftên ku tê de xebat dihatin meşandin bajarên Yvelînes, Seine-Saint-Denîs û Valde-Marnê yên nêzî paytexta Parîsê ne. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di mizgeftan de ‘Gotinên şîdet û nefretê tên bikaranîn’ û ‘Ji bo çalakiyên terorî provakasyon hene.’

Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, li Fransayê ji qetlîama  Parîsê ku di 13’ê Mijdara 2015’an de 132 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn û qetlîama Saint-Denîsê heya niha 20 mizgeft bi hinceta ku ‘têkîliya wan bi çeteyên radîkal re hene’ hatine girtin.