Li Elmanyayê zêdeyî 100 hezar jin dibin hedefa şîdetê

Li gorî daneyên dawî yên li Elmanyayê, salane 100 hezar jin dibin hedefa şîdeta hevserên xwe. Bi sedan ji van jinan jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên sala 2015'an ên ji aliyê Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) ve hatin weşandin, 127 hezar jin bûn hedefa şîdeta mêr an jî hevseran. Li gorî van daneyan, bûyerên şîdeta li dijî jinê ji sala 2012'an û vir ve bi rêjeya ji sedî 5,5'an zêde bûne.

Li gorî daneyên BKA, her sal 65 hezar 800 bûyerên 'birîndarkirina sivik a bi zanebûn' hatine tespîtkirin. Gef û birîndarkirina bi giranî jî, gelekî rû didin. Di 331 van bûyeran de jinan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîra Malbatê ya Federal Manûela Schwesîg li ser 'bûyerên şîdetê' yên li nava malbatê axivî û diyar kir, ji bo pêşî li van bûyerên şîdetê were girtin, lazim e tedbîr werin girtin. Schwesîg da xuyakirin, ku şîdeta nava malbatê ya li dijî jin, mêr û zarokan, 'mijareke taybet' nîne û bal kişand ser girîngiya cezakirina bûyerên şîdetê.

Serokê BKA Holger Munch jî ragihand, şîdeta nava malbatê hê jî weke 'qadeke tarî' dewam dike. Munch diyar kir, di gelek bûyeran de mirovên şîdet li wan tên kirin, rewşa xwe weke 'bê çare' dibînin û serî li saziyên pêwendîdar nadin.