Bi hezaran pîlotên li Elmanyayê dikevin grevê
Zêdeyî 5 hezar pîlotên şîrketa Lûfthansa ya Elmanyayê dikevin grevê. Ji ber grevê, gelek seferên balafiran ên îro hatin betalkirin.
Zêdeyî 5 hezar pîlotên şîrketa Lûfthansa ya Elmanyayê dikevin grevê. Ji ber grevê, gelek seferên balafiran ên îro hatin betalkirin.
Têkoşîna 5 hezar 400 pîlotên şîrketa Lûfthansayê, zêdeyî 2,5 sal in dewam dike. Pîlotên vê şîrketê piştî 14 mehan careke din dikevin grevê. Ev grev dibe cara 14. kuk ji sala 2014'an û vir ve tê kirin. Ji ber greva ku wê 24 saetan bidome, yek ji sê parên zêdeyî 3 hezar seferên îro ji Elmanyayê werin kirin, hatin betalkirin.
Tê gotin, grev wê bandorê li derdora 100 hezar rêwiyan bike.
Şîrketê hewl da bi rêya dadgehê pêşî li grevê bigire, lê ev hewldana şîrketê bi biryara Dadgeha Kar a Eyaleta Hessenê pûç bû.
Yek ji daxawzên 5 hezar 400 pîlotên ser bi sendîkaya Cockpîtê ew e, ku ji sedî 3,7'an mûçeyên wan ên ji sala 2012'an û pê ve werin zêdekirin. Şîrketa Lûfthansa jî pêşniyar dike, ku ji bo 6 salên bihurî ji sedî 2,5'an mûçe werin zêdekirin.
Herî dawî, greva ku pîlotan dixwestin di sala 2015'an de bike, bi biryara dadgehê hatibû betalkirin.