Serhildêrên Sûdanî mora xwe datînin binê peymana pêşî li leşkerkirina zarokan digire

Gelek rêxistinên çekdar ên li dijî dîktator Omer el Beşîr têdikoşin, mora xwe datînin binê peymana Neteweyên Yekbûyî, ku pêşî leşkerkirina zarokan digire.

Tevgera Rizgariya Gelê Bakurê Sûdanê (SPLM-N) ku ji bo naskirina mafên li herêma Darfûrê têdikoşe û Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî Leîla Zerroûgûî dan xuyakirin, ku rêxistinê mora xwe daniye binê peymana pêşî li leşkerkirina zarokên kêmî 18 salî digire.

Serokê SPLM-N Malîk Agar piştî merasîma îmzekirinê axivî û diyar kir, ew bi peymanê ve girêdayî ne. SPLM-N par jî mora xwe danîbû binê peymaneke bi heman rengî ya ji aliyê Banga Cenevreyê ve hatibû amadekirin.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî Leîla Zerroûgûî jî da xuyakirin, ku bi sê rêxistinên din ên li Sûdanê re jî danûstandin tê kirin û ew li bendê ne di demeke nêz de ev rêxistin jî mora xwe deynin binê peymanê. Hat ragihandin, danûstandin bi rêxistinên Tevgera Edalet û Wekheviyê (JEM), Artêşa Azadiyê ya Sûdanê-Abdelwahîd Nûr (SLA-AW) û Artêşa Rizgariya Sûdanê (ALS) re tê kirin.