Li Hîndîstanê tren qelibî: Zêdeyî 100 kes mirin
Li eyaleta Ûttar Pradesh a li bakurê Hîndîstanê, trenek qelibî. Di bûyerê de zêdeyî 100 kes mirin.
Li eyaleta Ûttar Pradesh a li bakurê Hîndîstanê, trenek qelibî. Di bûyerê de zêdeyî 100 kes mirin.
Trena Îndore-Patna Epress, li dorî dema herêmê saet di 03:00 de li nêzî bajarê Kanpûrê ji ser şiba xwe şemitî û wergeriya. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin, zêdeyî 150 kes jî birîndar bûne.
Her wiha tê gotin, gelek rêwî jî di vagonan de asê man e. Hewldanên rizgarkirinê dewam dikin.